Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi nexwesiya pençesêrê ket!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi nexweşiya pençeşêra prostatê ket. Netanyahu ku tê payîn îro emeliyat bibe, îfadeya xwe ya di doza 'gendeliyê' de jî taloq kir.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nexweşiya pençeşêra prostatê ye û wê bê emeliyatkirin.
Di daxuyaniya ku doh ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji ber ku di serê hefteyê de enfeksiyona mîzê jê re hat tespîtkirin wê îro emeliyat bibe.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Netanyahûyê 75 salî roja Çarşemê 25ê Kanûnê li Nexweşxaneya Hadassah hat muayenekirin û bi enfeksiyona "ji ber mezinbûna bengê prostata wî derketiye" hat tespîtkirin û ev çend roj bi awayekî serkeftî bi antîbiyotîkan hat dermankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin