Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi Trump re hevdîtin kir

21 October 2024 11:01 0 dîtin
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi Trump re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê Serokomariyê yê Partiya Komarî Donald Trump re hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê ya roja Yekşemê da hat diyarkirin ku Netanyahu tiştên ku bi eşkereyî gotiye dubare kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Netanyahu ji Trump re gotiye, "Îsraîl mijarên ku ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve tên kirin li ber çavan digire, lê di dawiyê de ew ê li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî biryarên xwe bide."