Di dema hevdîtina Sullivan û Netanyahu de Îsraîlê hêrisî Xezzeyê kir

19 May 2024 20:51 0 dîtin
Di dema hevdîtina Sullivan û Netanyahu de Îsraîlê hêrisî Xezzeyê kir

PeyamaKurd - Di demeke ku Şêwirmendê Ewlehiyê yê Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtin pêk dihanî, froke û tankên Îsraîlê, li seranserê Xêza Xezzeyê hêriş pêk anîn.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandibû ku ji bo zextan li Îsraîlê bike da ku bi awayekî armanckirî mîlîtanên Hamasê bişopîne, ne ku bi hêrişên berfireh ên li ser bajarê Refah şer bidomîne Sullivan bi Netanyahu re hevdîtin pêk aniye.

Îsraîlê angaşt ku baregeha herî dawî ya hêzên Hemasê li Refahê ye û li gel bertekên DYA û gellek dewletên din jî, bi rik operasyonan li ser Refahê didomÎne

Tê gotin ku bi sed hezaran Filistînî ji herêmên din koçî Refahê kirine û operasyonên Îsraîlê li ser van sivîlan dibe sedema metirsiya kuştina sivîlan.