Tirkiye | Serokê Îstixbarata Emniyetê ji ‘terorê û heqareta serokomar’ hat girtin
PeyamaKurd - Serokê Daîreya Îstixbarata Emniyeta Tirkiyê yê berê Sabrî Uzun ji propagandaya terorê û heqareta li serokomar hat girtin.
Sabrî Uzun 22yê Nîsanê piştî parvekirina twîtekê ku xutbeya diyanetê rexne kiribû hatibû binçavkirin û îro jî piştî derketiya pêş dadgehê hat girtin.
Hat zanîn ku Uzun, bi hinceta ‘Heqareta li serokomar’, ‘Propagandaya rêxistina terorê’ û ‘alîkariya rêxistina terorê’ hatiye girtin.
Sabrî uzun sala 2006an ji peywira xwe hatibû dûrxistin ku bixwe dibêje, tiliya FETOyê (Cemaeta Fethullah Gulen) tê de heye. Uzun pirtûkek bi navê, “Kaseta Baykal, Kuştina Hrant Dink û Komployên din’ nivîsandiye. Uzun 40 salan di emniyeta Tirkiyê de kar kiriye û tê gotin dema li ser kar bûye, li dijî FETOyê têkoşîn daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin