Serokê îstixbarata leskerî ya Rûsyayê mir
PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Îstixbarata Leşkerî (GRU) ya Rûsyayê ku girêdayî Wezareta Berevaniyê ye, Îgor Korobov di 62 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, Korobov ji ber nexweşînên xwe yên giran ku ev demeke têdikoşe di 62 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Korobov di nav lîsteya dorpêçên Amerîkayê de bû. Saziya îstixbarata leşkerî GRU ji ber jehrîkirina ajanê berê yê rûsî Sergey Skrîpal û keça xwe li Londonê gelek caran bibû armanca rexneyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin