Serokê Wagnerê daxwaza lêpirsîna rayedarên leskerî yên Rûsyayê kir
PeyamaKurd – Serokê koma Wagner a hêzên kirêkirî yên rûsî Yevgeni Prigozhin, bi hinceta tawanên şerê Ukrayna û beriya wê daxwaza lêpirsînkirina rayedarên leşkerî yên rûsî kir.
Li gorî nûçeya Reutersê Yevgeniy Prigozhin, ji dozgeran xwestiye, ji bo tawanên şerê Ukrayna-Rûsya ku 24ê sibata 2022yan dest pê kiriye û beriya wê, li ser rayedarên Wezareta Berevaniya Rûsyayê lêpirsînê bidin destpêkirin.
Prigozhin, daye xuyakirin ku wî daxwaznameyên lêpirsîna rayedarên leşkerî ji komîteya lêpirsînan a serdozgeriya Federasyona Rûsyayê re şandine.
Serokê Wagnerê Prigozhin beriya niha li ser îdiayên darbeyê li ser hikûmeta Rûsyayê jî gotibû, ji ber nebûna hêzên ku têr bikin. Nikarin rêveberiya Kremlînê hilweşînin. Herwiha Prigozhin wekî olîgarkekî pir nêzîkî Pûtîn tê naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin