NYT: Tehranê di lêpirsîna kustina Heniye de gellek rayedarên payebilin desteser kir
PeyamaKurd - New York Timesê (NYT) bi zarê hin rayedarên Îranî ragihand ku piştî kuştina Serokê Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye ya li Tehranê, ji ber ewlehiya Îranê li hember cîhanê şermî kirine, gellek endamên sîxurî û leşkerî yên payebilind û hemû endamên mêvanxaneyeke leşkerî ya li Tehranê hatine desteserkirin.
Gerînendeyê Beşa Xebatên Îranê ya Koma Qeyranê ya Navneteweyî Elî Fayiz, ji NYTê re got: "Têgihîştina ku ew nikare welatê xwe û hevalbendên xwe yên sereke biparêze, ji bo rejîma Îranê metirisyeke kujer çimku; ev têgihîştin bi dijminên Îranê dide bawerkirin ku ew dikarin Îranê têk bibin.”
Rayedarên Rojhilata Navîn û Îranê destnîşan kirin ku ku teqîna ku Heniye pê hate kuştin, ji ber bombeyek ku du meh berê li odeya Heniye hatibû danîn pêk hatiye.
Li gorî 2 rayedarên Îranê ku ji ber hestiyariya lêpirsînê nexwestine navê wan bê aşkerekirin, yekîneya sîxûriyê ya Pasdaran lêkolînê girtiye ser xwe. Pasdaran, bi hêviya ku tîma sûîqestê ya ku plansaziya hêrişê kiriye û kesên ku alîkariyê kiriye lêpirsînê girtiye ser xwe.
Pasdaran heta niha di derbarê lêpirsînê û kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine desteserkirin de ti daxuyaniyekê nedaye, lê belê, li gorî sê rayedarên Îranî yên ku ji NYT re axivîne, rêberê olî yê Îranê Alî Xamaneyî wek bersiv fermana hêrişa ser Îsraîlê da û soza tolhildana tund xwar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin