Pistî kustina Heniye hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn ketin tevgerê
PeyamaKurd – Piştî ku bi kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û Serkirdeyê Hizbulahê Fuad Şukor li Tehranê hatin kuştin rageşîya li Rojihalat Navîn gihîşt asteke metirsîdar. Amerîka 12 keştiyên şer û çar hezar leşkerên din li Rojhilata Navîn bicih dike.
Rojnameya Washington Post a Amerîkî bi zarê berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, keştiyên şer li kendavê û rojavayê Deryaya Naverast têne bicihkirin ku keştiya balafiran a USS Tudor Rosevelt jî di nav wan de heye.
Li gorî nûçeyê hêzên deryayî û bejahî jî ji bo Rojhilata Navîn têne şandin ku hejmara wan 4 hezar e.
WPyê daye xuyakirin, “Ji derveyî zêdebûna aloziyan, lê ev dibe birêxistinbûna hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û piştevaniya keştiyên şer li Deryaya Sor ji bo rûbirûbûna êrîşên çekdarên Hûsiyên Yemenê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin