Hêzên Amerîkayê pistî 4 salan dîsa li Kerkûkê bi cih bûn
PeyamaKurd – Yekîneyeke çekdar a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka li baregeha leşkerî ya K-1 ya Kerkûkê hat bicihkirin.
Ev çalakî cara yekem e ku ji sala 2020an vir ve ku Amerîka hêzên xwe ji baregeha ku 16 kîlometre dûrî navenda Kerkûkê ye vekişand.
Çavkaniyê Kurd ê ku nexwest navê xwe eşkere bike got: "Hêzeke ku ji nêzîkî 40 leşker û 10 heta 15 otombîlên zirhî yên Amerîkî pêk tê ji Hewlêrê hatine şandin û li baregeha leşkerî ya K-1 hatine bicihkirin."
Koalîsyona bi pêşengiya DYAyê derbarê şandinê de ti daxuyanî neda.
Digel ku armanca teqez a bicihkirinê ne diyar e, çavkaniyê got ku îhtîmal e ku ew "tedbîrek parastinê ye li hember zêdebûna çalakiyên DAIŞê" li parêzgeha nakokbar a di navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de (HHK).
Pirsgirêkên ewlehiyê yên ji ber DAIŞê hene
Baregeha K-1 ji sala 2017an vir ve mazûvaniya hêzên hevpeymaniyê dike û ji bo operasyonên li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li navçeyên çiyayî yên nêzîk wek xala destpêkirinê dihat bikaranîn.
Herêmên başûrê Kerkûkê û bakurê parêzgehên Diyala, Selahedîn û Neynewayê yên cîranên wê berdewam dikin qada tevgera DAIŞê.
Hate diyarkirin ku herêmên bi nakok ên di navbera rêveberiya Bexda û Hewlêrê de, valahiya ewlekarî ya çeteyên DAIŞê derdixe holê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin