Pistî 7 salan leskerên DYA dîsa li Kerkûkê bi cih bûn

04 August 2024 23:14 0 dîtin
Pistî 7 salan leskerên DYA dîsa li Kerkûkê bi cih bûn

PeyamaKurd - Piştî hêrişên 16ê Cotmeha 2017an hêzên leşlerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Kerkûkê hatin bicihkirin.

Hêza DYA ku li Kerkûkê hate bicihkirin, ji paytext Hewlêrê derbazî Kerkûkê bûn û çûn baregeha leşkerî ya K-1 ku 13 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e.

Baregeha Leşkerî ya K-1 di bin kotrola artêşa Iraqê û hêzên dijî-terorê de ye.

Rûdawê ragihand ku hêza DYAyê ya ji 60 leşkeran pêk tê, bi 13 zirîpûşên leşkerî gihîştine baregeha K-1ê û li wir bi cih bûye.

Li gorî zanyariyên destpêkê, hêza leşkerî ya DYAyê bi hevahengiya hêzên xwecihî gihiştiye Kerkûkê û bi ser xalên pişkinînê derbazî nav bajêr bûye û ji wir jî derbazî baregeha leşkerî ya K-1 bûye.

“Armanc aramiya Kerkûkê ye”

Li Iraqê di 18ê Mijdara 2023yan de hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hatin kirin, lê belê ji ber lihevnekirina aliyan heta niha parêzgar û rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê nahatiye diyarkirin.

Mehek piştî hilbijartinan li Kerkûkê gellek rêvebirên asayîş û rêveberiyê hatin guhertin.