Pistî 18 salan: Kurd li Kerkûkê qedera bajêr diyar dikin

18 December 2023 18:09 0 dîtin
Pistî 18 salan: Kurd li Kerkûkê qedera bajêr diyar dikin

Peyama Kurd – Piştî 18 salan li Kerkûkê Kurd, ji bo hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, bi beşdarîyeke bi coş çûn ser sindoqan. Welatîyên Kerkûkî gotin ew siyaseta ku ji 16ê Cotmeha 2017an ve li Kerkûkê, li dijî kurdan tê meşandin wê bi vê hilbijartinê têk biçe.

Îro li parêzgehên Iraqê û herwiha li navçeyên Kurdistanî yên wek ‘Herêmên bi nakok’ têne binavkirin ên wek Kerkûk, Mûsil û Xaneqînê Kurd û pêkhateyên din ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan çûne ser sindoqan.

Li Kerkûk û navçeyên wê saet ji 07:00ê sibehê şûnve dengderên Kurd dest bi dengdanê kirin.

Kurdên li bajêr di hilbijartinên encûmena parêzgehê de ku di sala 2005an de hatibûn lidarxistin, bi "Lîsteya Biratî" ya bi serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) beşdar bûn û wê hilbijartinê de ji 41 kursîyên Encûmena Parêzgaha Kerkûkê 26 kursiyan bi dest xistibûn.

Di hilbijartina îro de partiyên Kurdistanî bi hevkarî lê bi lîsteyên cuda beşdar bûn. Dengdêrên Kurd di wê baweriyê de ne ku bi hilbijartinên îro re wê Kurd di nava pêkhateyên Kerkûkê de dîsa bibin yên herî bihêz. Kurdên Kerkûkê diyar dikin ku polîtîkaya ‘erebkirinê’ û zordestiya ku ji 16’ê Cotmeha 2017’an û vir ve li bajêr li ser Kurdan tê meşandin, wê bi van hilbijartinan bi dawî bibe.