Pistî Kerkûkê li Xaneqînê jî ji malbatên Kurd dixwazin terka malên xwe bidin
PeyamaKurd – Parlalmentarê Xaneqînê li Parlamentoya Irdaqê Sozan Mensûr ragihand ku piştî taxa Newrozê ya Kerkûkê niha jî ji malbatên Kurdên qezaya Xaneqînê tê xwestin ku terka malê xwe bidin û xaniyan vala bikin.
Sozan Mensûr gotüiye, li Xaneqînê ji nezî hezar malbatên Kurd, bi hinceta ku li ser erdên girêdayî wezareta darayî dijîn, hatiye xwestin ku malên xwe vala bikin û terka wê herêmê bidin.
Li gorî zanyariyan, li qezaya Xaneqînê ya parêzgeha Diyala ku li derveyî îdareya herêma Kurdistanê hatiye hiştin, artêşa Iraqê ji 17 malbatên Kurd xwestiye terka malên xwe bidin û zext li ser wan tê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an li Kerkûkê, gef û zextên li ser Kurdên Kerkûkê û dorûbera wê zêde bûne ku herî dawî jî artêşa Iraqê bi ser taxa Newrozê ya Kerkûkê de girtibû û xwestibû terka malên xwe bidin.
Li aliyê din taxa Newrozê ku 172 malbatên Kurd dimînin, tevî fermana vekişînê ya Serokwezîrê Iraqê jî niha ji aliyê polîsê federal ve zextên li ser şêniyên taxê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin