Derxistina 200 malbatên Kurdên Kerkûkê ji malên wan hat rawestandin
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad ragihand, biryara derxistina 200 malbatên kurd ên Kerkûkê ji malên wan hatiye rawestandin.
200 malbatên Kurd ên taxa Erefa ya Kerkûkê ku hêzên ewlekariyê gefa derxistina wan ji malên wan xwaribûn, bi hewldanên Beşîr Hedad derkirina wan malbatan hat rawestandin.
Hêzên ewlehiyê bi behaneya ku cihê lê dimînin ya kompanyayeke petrolê ye, hejmarek Kurd jî girtibûn.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Beşîr Hedad îro ji K24ê re ragihand, ew bi kompanyaya petrolê re axivîne û jê re gotine ku heger wan qerebû nekin nabe ew malbatên kurd ji malên xwe derkevin.
Beşîr Hedad destnîşan kir, wan hemû rêkarên derxistina malbatan rawestandine û ew ji malên xwe dernakevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin