Rêveberiya Kerkûkê dixwaze 500 malên Kurdên Kakeyî biruxîne

27 March 2022 23:37 0 dîtin
Rêveberiya Kerkûkê dixwaze 500 malên Kurdên Kakeyî biruxîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya sepandî ya parêzgeha Kerkûkê dixwaze bi behaneya çêkirina rê xaniyên bi qasî 500 malbatên kurdên Kakeyî yên li nav bajêr biruxîne.

Hat zanîn ku rêveberiya Kerkûkê hewl dide, xaniyên taxa Esra û Mefqûdîn a Kerkûkê ya nêzîkî çemê Xase ku niştecihên wê hemû kurdên Kakeyî ne biruxîne.

Li gorî nûçeya BasNewsê kurdên Kakeyî yên xelkê wê taxê gotine, rêveberiya sepandî ya Kerkûkê dixwaze bi behaneya çêkirina rê malên wan wêran bikin û wan bi mal û war bihêlin.

Hat diyarkirin, malên xelkê taxê yên dixwazin wan hilweşînin gelekî dûrî cihê ku wê rê bê çêkirin e lê dîsa jî bi behaneya çêkirina rê dixwazin xaniyên xelkê biruxînin ku hejmara wan digihîje 500 xaniyan.

Hêjayî gotinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û xiyaneta radestkirina Kerkûkê, rêveberiya sepandî proseya erebkirinê bi hemû tundiya xwe berdewam dike û hewl dide nifûsa kurdan a li Kerkûkê kêm bike.