Artêsa Iraqê li Kerkûkê bi ser taxa Newrozê de girt û dixwaze terka malên xwe bidin
PeyamaKurd – Hêzeke girêdayî artêşa Iraqê bi ser taxeke Kurdan a Kerkûkê de girt û ji wan tê xwestin terka cihê xwe bidin.
Li gorî ragihandina medya Kurdistanê, îro 2yê Çileyê hêzeke girêdayî artêşa Iraqê bi ser taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê de girt ku piraniya xlekê wê Kurd in.
Artêşê tax dorpêç kiriye û ji welatiyan dixwaze yekser xaniyên xwe vala bikin û terka taxê bidin.
Hate zanîn ku artêşa Iraqê bi bahaneya ku xaniyên wê taxê di serdema rejîma Sedam Huseyîn ji efserên rijîmê re hatibûn çêkirin, gefa derxistina li welatiyên Kurd dike. Hate diyarkirin ku hêzên Iraqê herwiha ketina nav malên xelkê jî.
Li taxa Newrozê 370 malên Kurdan hene ku wan ew xanî bi pereyên xwe kirine û 20 sal in tê de dijîn.
Xelkê taxê dibêjin, ya ku hêza artêşa Iraqê kiriye bi ti awayî ne qanûnî ye ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an dest datînin ser xaniyên Kurdan û hewl didin wan ji Kerkûkê derxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin