Ji Artêsa Iraqê daxuyaniya drona Tirk a li Kerkûkê hatiye xistin...
PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevpar a Artêşa Iraqê derbarê balafira bêmirov a îro 29ê Tebaxê ji aliyê Sîstema Parastina Asmanî ve li Kerkûkê hatiye xistin daxuyanî da.
Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandariya Operasyonên Hevpar ragihand, “Li demjimêr 09:30 ê serê sibeha îro, Bergiriya Asmanî ya Iraqê dronek li nav qada Fermandariya Operasyonên Kerkûkê destnîşan kir û piştî lidûçûn û zanîna rêya wê û gihîştina wê ji bo navenda bajarê Kerkûkê, ku çend bingehên hikûmetê û navendên aborî û armancên girîng lê hene, tevaya dezgehên ewlehiyê li ser wê hatin haydarkirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Piştî haydarkirina tevaya dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê, herwiha zanyarî li ser wê dronê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve jî hatine piştrastkirin û eşkere bû ku balafireke nenas e.”
Şaneya Ragehandinê diyar kir, “Li demjimêr 10:30yê sibeha îro têbînî hat kirin ku ew dron li nav Kerkûkê kete xwarê û diyar bû ku drona Tirkiyeyê bû û tîmeke karê teknîkî ji Belgenameya Tawanan û Bergirya Asmanî û Xwedîtiya Dronan ji bo zanîna sedemên ketina wê û rewşa wê rûdanê hat pêkanîn.”
Drone a Tirkiyê ye û cûreya wê ANKA ye
Herwiha hate bibîrxistin ku ew dron li nêzî demjimêr 11:00 berî nîvro (29.08.2024) hatiye xistin û bûye sê perçe; perçeyek li taxa Tisînê li ser cadeya Qudsê, perçeyek li nav hewşa malekê û perçeyek din jî li taxeke din a bajarê Kerkûkê ketiye xwarê.
Cîgirê Serokê Berevaniya Asmanî li Bakurê Iraqê Lîwa Ebdulselam Hemûdî jî daye xuyakirin ku drona li Kerkûkê hatiye xistin ji cûrê ANKA ya Tirkiyeyê ye û ji aliyê Silêmaniyê ve derbasî asmanê Kerkûkê bûye ku ji ber bê destûr ketiye qada asmanî hatiye xistin.
Hate zanîn ku di encama xistina dronê de karkerek birîndar bûye û ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û zirar gihîştiye mala welatiyekî.
Heta niha ji Tirkiyê ti daxuyaniyek derbarê mijarê da nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin