Sandeya Iraqê ji bo lêkolîna operasyonên artêsa tirk hate Hewlêrê
PeyamaKurd - Şandeke pilebilind a Iraqê ya bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Kasım Araci, ji bo li ser operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk ên li Herêma Kurdistanê lêkolînan bike, hate Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Civata wezîran a ewlehiya niştimanî ya Iraqê duh bi serokatiya serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî civiya. Di civînê de operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk ên li Herêma Kurdistanê hat nîqaşkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî, piştî civîna Civata Wezîran a Ewlehiya Neteweyî, ragihandin ku wê şandeke ji bo lêkolînkirina operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li parêzgehên sînorî biçe Hewlêrê.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Yahya Resûl di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya di derbarê civîhê de got, "Di derbarê mijarên ewlehiyê de mijarên herî gring û geşedanên di rojevê de hatin gotûbêjkirin. Di derbarê wan de biryarên pêwîst hatin girtin."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de destwerdan û binpêkirinên artêşa Tirk ên li navçeyên sînorî hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku operasyonên artêşa Tirk û hêrişên li ser xaka Iraqê hatine redkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Tirkiye, li gorî prensîbên cîrantiya baş tevbigere û divê di çarçoveya têkiliyên dîplomatîk de li ser hemû mijarên girêdayî asayîşê bi hikûmeta Iraqê re hemahengiyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin