Sîrwan Barzanî: Amerîkî ji ber operasyonên Pêsmerge û Artêsa Iraqê yên li dijî DAISê kêfxwes in

10 February 2022 14:01 0 dîtin
Sîrwan Barzanî: Amerîkî ji ber operasyonên Pêsmerge û Artêsa Iraqê yên li dijî DAISê kêfxwes in

PeyamaKurd Berpirsê Mihwerê Mexmûr - Giwêr ê Pêşmerge Sîrwan Barzanî bi peyamekê diyar kir, Amerîkiyan kêfxweşiya xwe ji ber operasiyonên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî DAIŞê nîşan dan.

Sîrwan Barzanî da zanîn: “Li baregeha eniyê, me pêşwazî li Berpirsê Fermangeha Hemahengîya Asayişa Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Col. Patrick Douglas û Col. Sun W. Kim li Nivîsgeha Pêveka Leşkerî li Herêma Kurdistanê kir.”

Herwiha eşkere kir: “Di hevdîtina me de, qala rewşa ewlekarî û tevgera terorîstên DAIŞê hate kirin û herwiha bal li ser girîngiya prosesa reforma Pêşmerge hat kişandin.”

Berpirsê Mihwerê Mexmûr - Giwêr ê Pêşmerge destnîşan kir: “Wan fermandaran kêfxweşiya xwe ya ji ber operasyonên vê dawiyê yên bi hevbeşiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî terorîstên DAIŞê diyar kir û daxwaz kirin ku ev hemahengî û hevkariya girîng berdewam be.”