Sîrwan Barzanî: Pêsmergeyê Kurdistanê bi serperistiya rasterast a Serok Barzanî efsaneya DAISê têk bir

11 August 2023 12:57 0 dîtin
Sîrwan Barzanî: Pêsmergeyê Kurdistanê bi serperistiya rasterast a Serok Barzanî efsaneya DAISê têk bir

PeyamaKurd – Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî diyar kir, Pêşmergeyê Kurdistanê bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî efsaneya DAIŞê têk bir.

Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî da zanîn, Pêşmergeyê Kurdistanê bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî efsaneya DAIŞê têk bir. Li ser hevkariyên Hevpeymanan, Sîrwan Barzanî got, Hevpeymanan di hevkarîkirina Pêşmerge de berdewam in, lê belê Hevpeymanan ji kêşeyên Wezareta Pêşmerge nîgeran in.

Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihandiye, dema ku efsaneya DAIŞê bajarê Mûsilê dagir kir, Firqeya Heşt a Artêşa Iraqê bi hemû çekên pêşketî ku di destê wan de bû, saetek berevaniyê li hember DAIŞê nekir û têk çûn, piştre Şingal û çend navçeyên din hatin dagirkirin, DAIŞ nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê bûbû, heta ji Hewlêrê 25 kîlometre dûr bû.

Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî eşkere kir, sibeha 7ê Tebaxa 2014an yekem roja ragirtina efsaneya DAIŞê bû li ser destê Pêşmergeyên qehreman, bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî, Pêşmerge karî pêşveçûnên DAIŞê rawestîne û di destpêkê de çend gundên biçûk azad kirin, piştre Giwêr û Mexmûr hatin azadkirin, DAIŞ bi destê Pêşmerge têk çû.

Herwiha li ser proseya yekxistina hêzên Pêşmerge, Sîrwan Barzanî got: “Divê Pêşmerge yek dest û yekgirtî be li jêr sîwana Wezareta Pêşmerge be, divê hemû alî alîkar û cidî bin ji bo pêşxistina proseya yekgirtina hêzên Pêşmerge, her wiha yekgirtina hêzan nabe têkilî milmilaniya siyasî were kirin, xiyaneta herî mezin ew e ku eger kesek milmilaniya siyasî veguhezîne nav Wezareta Pêşmerge.”

Derbarê hevkariyên Hevpeymanan bo Pêşmerge de, Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmerge destnîşan kir: “Hevpeymanan di hevkarîkirina Pêşmerge de berdewam in, lê belê Hevpeymanan ji kêşeyên Wezareta Pêşmerge nîgeran in, Hevpeymanan hatine ku me yek bixin, divê em spasiya wan bikin, nabe rêgirî li vê proseyê were kirin, ev prose bi başî pêşve çûye ku cihê kêfxweşiyê ye, lê belê li ser hinek giriftên biçûk, ev prose hêdî bûye.”

Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî diyar kir, hinek caran hinek kes ji tirsa pêgeha xwe, dixwazin ev prose paş bikeve, birastî ti hincetek tune ye, da ku v prose paş bikeve