Mesrûr Barzanî Cejna Pêsmergeyên Mîhwera Pirdê pîroz kir: We nehist statuya Kurdistanê bê têkbirin!

30 June 2023 18:21 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Cejna Pêsmergeyên Mîhwera Pirdê pîroz kir: We nehist statuya Kurdistanê bê têkbirin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îro Înê 30yê Hezîranê di roja sêyem a Cejna Qurbanê de, çû serdana hêzên Pêşmerge yên mîhwera Pirdê û cejna wan pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di serdana xwe de axaftinek kir û got: “Pirdê mîhwereke gelek gelek serekî bû ji bo parastina qewareya (statuya) Kurdistanê piştî ku xiyaneta 16ê Cotmehê hat kirin û nehişt qewareya Herêma Kurdistanê bê têkbirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Bi saya zehmet, xebat û westana we, xelk li mala xwe cejnê dikin. We eniyên xwe parastin, we Kurdistan parast, da ku em bikarin bi aramî û xweşî cejnê bikin, ev cihê destxweşiya her kesî ye.”

Mesrûr Barzanî ji Pêşmergeyên mîhwera Pirdê re got ku wan berê "di demên ne xweş de" hevdu dîtine, lê belê wî xwestiye ku vê carê ji bo cejnê serdana wan bike û destnîşan kir, “Mîhwera Pirdê mîhwereke gelek gelek serekî bû ji bo parastina qewareya Kurdistanê piştî ku xiyaneta 16ê Cotmehê hat kirin. Ev der rêgir bû ji wê yekê re ku ew plana pîs bi ser bikeve û qewareya Kurdistanê têk bide. Ev cihê destxweşiyê ye ku we karî zal bin bi ser wan hemû pîlanên xirab de ku ji aliyê nehezan ve bo Herêma Kurdistanê hatibûn dariştin.”

Mesrûr Barzanî li ser bicihkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê diyar kir: “Em hewl didin ku Madeya 140 weke xwe were cîbicîkirin, her çiqas mixabin aliyê din pir pabend nîne bi rêkeftinan. Tevî vê yekê jî, em ê heta qonaxa dawî hewl bidin ku ev tişt bi aştiyê werin çareserkirin, eger tehda û zilm jî li me hatibe kirin, bi piştevaniya Xwedê û bi hebûna we, heta dawiya nefesê, em ê berevaniya ax û niştiman û rûmeta vî miletî bikin û em jî di xizmeta we de ne û li cem we ne.”

Li ser rêkeftinên siyasî yên navber Hewlêr û Bexdayê jî Mesrûr Barzanî got: “Em her dem pabend in bi vê destûrê û rêkeftina aştiyane ya ligel hikûmeta federal a li Bexdayê, lê belê di heman demê de em dakokî li ser mafên xwe yên destûrî dikin û bi her awayî parêzgariyê li wan mafan dikin.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Em dizanin ku ev maf hatin binpêkirin, beriya demekê, me dît ku heta cotkarên me rastî zilmê tên, ji zeviyên xwe têne derkirin û xelkên din tînin. Ew kesên ku niha hatine hawirdekirin, cihê wan cotkarên Kurd û Tirkmen girtine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dema ku artêşa Iraqê li hember cotkarên Kurd rêgirî dikir bibîr xist û got ku wî telefonî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye û jê re gotiye "ev binpêkirina destûrê ye û ev guherandina demografiya navçeyê ye, ku divê cenabê te wek serokwezîrek, nekevî vê cebheyê û weke serokwezîrê hemû aliyan tevbigerî û vê zilmê qebûl nekî" û Sûdanî jî li ser vê yekê gotiye ku ew ê derbarê bûyeran de lêkolînê bikin.