Serok Barzanî li Mîhwera Xazir cejna Pêsmergeyên Kurdistanê pîroz kir

05 June 2019 20:49 0 dîtin
Serok Barzanî li Mîhwera Xazir cejna Pêsmergeyên Kurdistanê pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî serdana Mîhwera Xazirê kir û Cejna Remezanê li Pêşmergeyên Kurdistanê pîroz kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, îro çarşemê 5/6/2019 di roja duyem a Cejna Remezanê de Serok Mesûd Barzanî bi armana pirsîna rewş û halê Pêşmergeyan û pîrzobahiya Cejna Remezanê serdana Mîhwera Xazirê kir.

Di wê serdanê da Serok Barzanî Cejna Remezanê li hemû Pêşmergeyan pîroz kir, rewşa Pêşmergeyan a di sengeran da pirsî û ligel wan civiya.

Ji ser tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê Serok Barzanî wêneyên xwe yên ligel Pêşmergeyan li Mîhwera Xazirê jî belav kirin ku li ser jî wiha nivîsand:

“Îro bi mebesta pîrozkirina cejnê û hêzên Pêşmerge û xizmên wan min serdana Mîhwera Xazirê kir.”

Serok Barzanî di hevdîtina ligel Pêşmergeyan û Fermandarên Pêşmergeyan de behsa rola dîrokî ya Pêşmergyan di ber azadiya Kurdistanê da anî ziman.

Herwiha rêz û hurmetên xwe bo Pêşmergeyên bo xaka Kurdistanê şehîd bûne derbirî û qehremaniya wan bilind nirxand.