Ji Serok Barzanî peyama Cejna Cemayê: Divê ti asteng li ber normalbûna jiyana Êzidiyan nemîne

06 October 2024 11:09 0 dîtin
Ji Serok Barzanî peyama Cejna Cemayê: Divê ti asteng li ber normalbûna jiyana Êzidiyan nemîne

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya hatina cejna Êzidiyan ya Cemayê peyameke pîrozbayî pêşkêşî mîrê Êzdiyan, Civata olî ya Êzdiyan û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî got, “Ez bi hatina cejna Cemayê ya xwîşk û birayên Êzidî pîrozbahiyê li Mîrê Êzidiyan Baba Şêx û civata rûhanî û tevahiya xwîşk û birayên Êzidî li Kurdistan û hemû Cîhanê dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir, “Birîn û azarên xwîşk û birayên Êzidî, birîn û azara hemû Kurdistaniyan e û di xem û xweşiyan de şirîkin. Pêwîste asteng û sedem nemînin ku pêşî li normalbûna jiyana Êzidiyan û bi taybetî li devera Şingalê bigre.”

Dawiyê jî Serok Barzanî wiha got: “Her bi vê boneyê tekezî li bihêzkirina çanda pêkvejiyanê Kurdistanê dikim û hêvîdarim ku xwîşk û birayên meyên Êzidî cejin û boneyên xwe bi aramî û dilxweşî bigrin. Cejna we hemûyan pîrozbe û bimînin bi xêr û xweşiyan de.”