Serok Barzanî bi boneya cejna Rojiyên Êzî ya êzidiyan peyamek belav kir

20 December 2024 15:00 0 dîtin
Serok Barzanî bi boneya cejna Rojiyên Êzî ya êzidiyan peyamek belav kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi navê Xwedê mezin û dilovan;

Ez bi boneya Cejna Rojiyên Êzî, pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên êzidî yê li Kurdistan û hemû cîhanê dikim.

Ez hêvîdar im ku ev cejn bibe destpêkeke nû bo aramî û bextewariya tevahiya xwik û birayên êzidî.

Her bi wê boneya pîroz, em tekeziyê li biratî û berfirehkirina çanda pêkvejiyanê û aştîxwaziya di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî li Kurdistan û deverên wê dikim.

Cejna we pîroz be û bimînin bi xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî”

19.012.2024