Peyama Mesrûr Barzanî ya Cejna Cilûbergên Neteweyî

10 March 2025 12:05 0 dîtin
Peyama Mesrûr Barzanî ya Cejna Cilûbergên Neteweyî

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya bi boneya roja cilûbergên niştimanî de got, "Roja Cilûbergên Neteweyî bedewiya pirrengiya çandî li Kurdistanê diyar dike."

Serok Barzanî bi helkefta Cejna Cilûbergên Netewî, îro Duşemê 10.03.2025, li ser tora civakî ya X (Twittera berê) daxuyaniyek belav kir.

Mesrûr Bazanî di peyama xwe de ragihand, "Roja Cilûbergên Neteweyî bedewiya pirrengiya çandî û pêkvejiyana aştiyane li Kurdistanê ye."