Peyama Mesrûr Barzanî ya cejnê: Cejna we pîroz be, Xwedê Kurdistanê biparêze

08 July 2022 22:39 0 dîtin
Peyama Mesrûr Barzanî ya cejnê: Cejna we pîroz be, Xwedê Kurdistanê biparêze

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina cejna Qurbanê peyamekî pîrozbahiyê belav kir û cejna misilmanên li Kurdistan, Iraq û dinayê pîroz kir. Mesrûr Barzanî di peyama pîrozbahiya cejna Qurbanê de weha got:

“Bi sedema hatina cejna Qurbanê bi dilxweşî cejna misilmanên li Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz dikim. Bi taybetî cejna Pêşmergên qehreman, hêzên asayîşê, gorîvanên enfal û şehîdan û malbatên wan yên serbilind pîroz dikim. Hêvî dikim cejnê di nav dilxweşiyê de derbas bikin.

Li gor rêjeyên wezareta tenduristiyê; mixabin di jimara nexweşên Kovid-19 ê de zêdebûn heye. Ji ber wê dixwazim hemwelatî dev ji tedbîrên xwe yên tenduristiyê bernedin.

Cejna we pîroz be, Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.”