Mesrûr Barzanî di peyama Cejna Newrozê de Dilsozî bo nîstimanî lazim e

20 March 2019 18:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî di peyama Cejna Newrozê de Dilsozî bo nîstimanî lazim e

PeyamaKurd - Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala Kurdî germtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û tijî  xweşî derbas bikin.

Yadên nîştimanî û netewî ji wan jî Newroz fakterekî bibandor ya prosesa binyatnana nîştiman û netewî ye. Jiber vê çendê hêvî dikim, bibîr anîna ev boneyên nîştimanî, ev çarçoveyên kilêşeyî yaku tenê xwendina peyam û pîrozbahiyane derbas bikin, bîranîna bêyî naverok, girîngiya boneyên nîştimanî bêreng dike û di encam de ev boneyên dîrokî girîngiya xwe ji dest didin.

Pêwîst e hîmayên nîştimanî fakterên bihêztir kirina hestên nîştimanperwerî bin û henderên me bin daku rexmê tevahiya cudatiyan bo xizmet kirina nîştimanê yek bigirin û bi yek rêzî û kom kirina karînên xwe bir bi pêşerojeke geş, pêşkeftin û geşe kirina zêdetir ve gav bavêjin.

Dilsozî bo nîştiman lazime di piratîkê me de rengê xwe nîşan bide, jiber vê çendê di dema ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de hêvî dikim tevahiya aliyan kêşe û berejwendiyên xwe yên taybetî bixin aliyekê taku bihev re destkeftên xwe zêdetir bikin, şaştiyên xwe rast bikin û xizmeteke hêjatir pêşkêşî gel û nîştimana xwe bikin.

Mesrûr Barzanî

20.3.2019