Medya Fransî: Hevdîtina Macron û Serok Barzanî rêzgirtina li Pêsmergeyên Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro danê sibehê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr û biryare piştî hevdîtinên ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Seroka Parlamentoya Kurdistanê, serdana Mûsilê jî bike.
Medya Fransî destnîşan kiriye, Macron wê bi Serok Mesûd Barzanî re jî hevdîtinekê pêk bîne, da ku rêzê ji Pêşmergeyên Kurdistanê re nîşan bide.
Macron piştî beşdariya Lûtkeya Bexdayê gihîşt Herêma Kurdistanê û berî ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive, biryar e Macron serdana Mûsilê bike ku beşek ji wî bajarî ji ber şerê li dijî DAIŞê wêran bûye.
Macron li Mûsilê dê piştevaniya xwe ji bo Kirîstiyanan dubare bike û dê li kenîseya “Saetê” nimêjê bike ku berî şeş mehan Papayê Vatîkanê serdana wê kiribû û lê nimêj kiribû.
Serokê Fransayê di serdana xwe ya ji bo Mûsilê de, dê serdana mizgefta Nûrî ya ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû rûxandin bike.
Malpera “France 24” di raportekê de destnîşan kir, Macron di serdana xwe bo Hewlêrê de, derbarê piştevaniya Fransa ji şerê li dijî terorê de, ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive. Herwiha Macron bi Serok Barzanî re dicive, ta ku rêzê li Pêşmerge nîşan bibe.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro berbangê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.
Çav li rê ye Serokê Fransayê îro Yekşemê li paytext Hewlêrê ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive û rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Parîsê de guftûgo bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin