Îdia: Macron, ji medyaya Fransî xwest ku zimanê nûçeyê nerm bikin

24 January 2023 15:30 0 dîtin
Îdia: Macron, ji medyaya Fransî xwest ku zimanê nûçeyê nerm bikin

PeyamaKurd- Rojnamevana Fransî Eve Roger di daxuyaniya xwe ya di bernameya "C mediatique" ya televizyona France 5 de diyar kir ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, civîneke veşarî bi nûnerên medyaya sereke yên welêt re kiriye û ji bo diyarkirina zimanê ku di nûçeyên di derbarê reforma malnişîniyê bên weşandin de axiviye.

Roger da zanîn ku ew ji agahiyên paşperdeyê hîn bûye ku Macron bi van kesan re şîvê xwariye û got ku di nav beşdaran de edîtorên Le Monde, Le Figaro û Les Echos û edîtorên qenalên televîzyonên Fransî BFMTV û France TV jî hene. Her wiha diyar kir ku nûnerên RTL û France Inter ku yek ji radyoyên girîng ên welêt e jî cih girtiye.

“Macron xwest ku hevdîtin nehênî bimîne”

Eve Roger diyar kir ku Macron bi van kesan re li ser zimanê ku divê di medyaya xwe de bikar bînin axiviye û şîret li wan kiriye ku hevdîtinê nepenî bihêlin.

Roger anî zimên ku piştî hevdîtina bi Macron re di derbarê reforma malnişîniyê de zimanê nûçeyên saziyên çapemeniyê guheriye û hin nûçe bi sernavekî hevpar hatine weşandin.

Roger di nirxandinên xwe de diyar kir ku guhertin di heman demê de îspata civînê ye û mînak nîşan da ku Macron di hevdîtinê de gotina "bêberpirsiyarî" bi kar haniye û sernavên saziyên çapemeniyê jî di heman rojê de di manşetên nûçeyên xwe de vê peyvê bikar hanîne.