Îdia: Macron hewil da ku ji bo endamtiya Ben Wallace ya Sekreteriya NATOyê, bibe asteng

18 June 2023 18:30 0 dîtin
Îdia: Macron hewil da ku ji bo endamtiya Ben Wallace ya Sekreteriya NATOyê, bibe asteng

PeyamaKurd- Hat îdiakirin ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, hewil dide ku Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Ben Wallace nebe Sekreterê Giştî yê NATOyê. 

Li gorî nûçeya rojnameya Daily Telegraph a Brîtanî, rayedarên Fransî ji hevkarên xwe yên NATOyê re ragihandine ku “ew dixwazin sekreterê giştî yê din yê rêxistinê navekî ji YEyê be.”

Çavkaniyekî ku ji rojnameyê re axivî, got ku "Ew (Ben Wallace) ne ji welatekî Yekîtiya Ewropayê ye. Gelek welat bi taybetî Fransa, israr dikin ku sekreterê giştî yê bê ji welatekî Yekîtiya Ewropayê be."

Ev gav, wekî beşek ji hewilên Fransa hat şîrovekirin ku YE ji aliyê leşkerî ve serbixwe û ji bo ewlehiya xwe kêmtir girêdayî Washingtonê be.

Tê çaverêkirin ku Norwêc Jens Stoltenberg ku ji sala 2014an ve Sekreterê Giştî yê NATOyê ye, Îlona bê dest ji kar berde, lê tê îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Stoltenberg xwestiye ku erka xwe dirêj bike.