Serokwezîrê Swêdê: Hewil didin ku rê li ber endamtiya me bigirin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, di derbarê endamtiya Swêdê ya ji bo NATOyê de daxuyaniyek da. Kristersson diyar kir ku hin kes fêm nakin ku tevlîbûna Swêdê ya di NATOyê de çiqas cidî ye û provokator hewil didin ku rê li ber endamtiya Swêdê bigirin.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, Wezîrê Karên Derve Tobias Billstrom û Wezîrê Parastinê Pal Jonson li Stockholmê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Kristersson, diyar kir ku Swêd ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve rastî pirsgirêka herî giran a ewlehiyê tê û got,
"Hin kes fêm nakin ku tevlîbûna Swêdê ya NATOyê çiqas cidî ye. Provokator hewil didin ku endamtiya Swêdê asteng bikin. Tirkiye biryarên xwe dide, divê em rêzê li vê yekê bigirin, em dixwazin vê pêvajoyê aram bikin."
Her wiha Kristersson diyar kir ku Finlandiya bi Swêdê re dixwaze tevlî NATOyê bibe û got, "Finlanda hîn jî dixwaze bi Swêdê re tevlî NATOyê bibe. Heger pêşî li Swêdê bê girtin, ev yek dê nehêle Finlandiya bi tena serê xwe tevlî NATOyê bibe. Ev yek pêk nayê."
“Ez ê li ser daxuyaniya Erdogan şîroveyan nekim”
Serokwezîrê Swêdê Kristersson li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên di derbarê Swêdê de got ku
"Ez ê li ser daxuyaniya Erdogan şîrove nekim. Ez bawer nakim ku kesî ev yek wekî 'Erdogan derî girt' şîrove bike."
Kristersson diyar kir ku ew dixwazin bi awayekî vekirî behsa endamtiya Swêdê ya NATOyê bikin û wiha berdewam kir:
"28 welatan, di derbarê Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê de biryarên takekesî girtin, Tirkiye bi xwe biryara xwe dide. Divê em li gorî peymana Swêd, Finlandiya û Tirkiyeyê tevbigerin. Pêdiviya wê bi diyalogeke bikêrhatî heye û ev ne ecêb e. Wekî din, encamên wê li ser ewlekariya Swêdê hene."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin