Pistî biryara Tirkiyê ji Macaristanê peyama endamtiya NATO ya Swêdê
PeyamaKurd – Piştî ku şeva borî Parlamentoya Tirkiyeyê, protokola endamtiya NATO ya Swêdê pejirand, welatê din ê endama NATO ku protokol pesend nekiriye, Macaristanê jî peyama piştevaniyê da.
Niha tenê welatê Macaristanê maye ku endamtiya NATO ya Swêdê pesend bike û hemû astengên li pêş endamtiyê rabin.
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ragihand ku ew ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi rêya telefonê xivî ye û diyar kir, ‘Min piştrast kir ku hikûmeta Macaristanê piştevaniya endamtiya NATO ya Swêdê dike.”
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye û Macaristanê ji ber hincetên cuda pejirandina endamtiya NATO ya Swêdê bi derengî xistin ku diviyabû ligel Fînlandayê bibe endam.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin