Pistî hilbijartina Joe Biden ji Tirkiyê peyama S-400 û F-35an: Em amade ne!
PeyamaKurd – Piştî ku di hilbijartinên seroktiya Amerîkayê de, medya Amerîkî Joe Biden wek serokê hilbijartî ragihand Tirkiye jî ji bo başkirina pêwendiyên ligel rêveberiya dahatû gavên berçav davêje.
Li pey destkişandina Wezîrê Xezîne û Darayî Berat Albayrak û Serokê Banka Navendî Murat Uysal ku pêwendiya wan bi şikandina ambarbogoya Îranê û doza Halkbankê ve hebû, derbarê pergalên rûsî S-400an de jî Tirkiyê peyam da Amerîkayê ku bihevre kar bikin.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hûlîsî Akar ji bo nîgeraniyên Amerîkayê ji holê bên rakirin ragihand ku ew amade ne bi Amerîkayê re danûstandinê bikin û pêşniyara wan xebata hevpar bo S-400an û berdewamkirina pişikdariya Tirkiyê bo balafirên F-35an li ser masê ye.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Tirkiyê S-400ên rûsî kirîn û dest bi ceribandina wan kir, ji aliyê Amerîkayê ve bertekên tund hatin nîşandan û yasaya cezakirina Tirkiyê jî niha li ber îmzeya serokê Amerîkayê ye ku Trump heta niha îmze nekiribû.
Herwiha piştî kirîna S-400an Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an hatibû derxistin û du balafirên kirîbûn jî nehatibûn radestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin