Mazlûm Kobanî peyama "Amerîka, F-16 û Tirkiyê" da rêveberiya Biden
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Kobanî got, "Heta garantiya teqez neyê dayîn ku ev balafir li dijî gelê me neyên bikaranîn, em ê li dijî firotinê bisekinin."
Kobanî ji rojnameya Al Monitor Amberin Zaman re axivî û got, "Peyama me ji rêveberiya Biden û Kongreyê re ew e ku balafirên F-16 nefiroşin Tirkiyeyê ji ber ku Tirkiye van balafiran ji bo bombekirina binesaziya sivîlan û kuştina sivîlan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. (...) "Heta ku garantiya teqez neyê dayîn ku balafir li dijî gelê me neyên bikaranîn, em ê li dijî firotinê berdewam bin."
"Heta ku garantiyek neyê dayîn em ê li dijî firotanê berdewam bikin."
Kobanî bi bîr xist ku hefteya borî protokola erêkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê ji aliyê Lijneya Karên Derve ya TBMMyê ve hat qebûlkirin û Erdogan ji bo endamtiyê biryara firotina F-16an da. Di berdewamiya hevpeyvînê de wiha got:
"Belê, rast e. Peyama me ji rêveberiya Biden û Kongreyê re ew e ku balafirên F-16 nefiroşin Tirkiyeyê ji ber ku Tirkiye van balafiran ji bo bombekirina binesaziya sivîlan û kuştina sivîlan li vir li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne.
Rêveberiya Biden ji bo rawestandina vê yekê tiştekî nake. Heta ku garantiya teqez neyên dayîn ku ev balafir li dijî gelê me neyên bikaranîn, em ê li dijî firotinê bisekinin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin