Amerîkayê êrîsên Tirkiyê yên li ser bajarê Kobanî sermezar kir
PeyamaKurd – Amerîkayê êrîşên Tirkiyê yên li ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir û daxwaza asayîkirina rewşa Kobanî kir.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê bi twîtekê êrîşên li ser herêma Kobanî şermezar kir û diyar kir, ew ji alozî û êrîşên li ser Kobaniyê dilgiran in.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê eşkere kir: “Em gelek ji wan raportan dilgiran in ku qala topbarankirina Kobanî dikin û em canjidestdana her hemwelatiyekî sivîl jî şermezar dikin.”
Di berdewamiyê de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê da zanîn: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê daxwaz ji hemû aliyan dike rewşê aram bikin û aloziyan nehêlin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin