Ji Amerîkayê bo nûnertiyên Tirkiyê nameya êrîsên ser Rojava

22 October 2019 17:23 0 dîtin
Ji Amerîkayê bo nûnertiyên Tirkiyê nameya êrîsên ser Rojava

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser êrîş û operasyonên ser Rojavayê Kurdistanê ku dibe sedema vejandina DAIŞê û xeteriyê li ser sivîlan name ji nûnertî û konsûlxaneyên Tirkiyê re şandin.

Medya Amerîkî radigihîne ku şandina nameyan ji aliyê wezareta derve ya amerîkî ve hatiye piştrastkirin û dibêjin, ev name û biryarên nişkave yên Trump û rêveberiya wî ji hev cudabûnan nîşan didin.

Li gorî medya Amerîkî dîplomatên Amerîkî ji ber biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê bi endîşe ne û di nameya bo nûnertiyên Tirkiyê hatiye şandin de axaftinên dîplomatan ên wekî, "Operasyona Tirkiyê têkoşîna dijî dAIŞê, jiyana sivîlan û ewlekariya herêmê dixe xeterê û xeteriyan zêde dike.”

Herwiha di nivîsara li ser medya Amerîkî hatiye belavkirin de tê gotin, Tirkiyê dema êrîşên leşkerî mafên mirovan binpê kirine û pêwîste lêkolîn li ser bê kirin.

Dîsa tê bibîrxistin ku bi vekişîna leşkerên Amerîkî re karmendên alîkariyên mirovî jî vekişiyane ji herêmê û zehmetî li ser belavkirina 50 milyon dolarên alîkariyên Amerîkayê soz dabû bigihine herêmê çêbûye.