Rojava | Ji bo êrîsên Tirkiyê banga nîsandana helwestê li Hevpeymaniyê û Amerîkayê hat kirin

22 August 2021 20:39 0 dîtin
Rojava | Ji bo êrîsên Tirkiyê banga nîsandana helwestê li Hevpeymaniyê û Amerîkayê hat kirin

PeyamaKurd - Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a bi ser Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve, derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

MSDê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku Tirkiyê ‘êrîşên dijminane’ di demên dawî de bi ser herêmên wan de zêde kirine û êrîşa ser hêzên girêdayî HSDê li Til Temirê û êrîşa bi balafira bêpîlot a ser otomobîlekê li Qamişlo bibîr xistin.

Di daxuyaniyê de êrîşê Tirkiyê hatin şermezarkirin û hat gotin ku berpirsyartiya êrîşan ser hikumeta Rûsyaya Federal e û ev bang hat kirin: “Em bang li hikumeta Rûsya û hêzên li Sûriyê dixebitin dikin ku van êrîşan şeremzar bikin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên ji agirbestê re deynin, ji ber ku Rûsya aliyekî garantor ê vê peymanê ye.”

Herwiha di berdewamê de bang li Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê jî hat kirin, “Li hemberî kiryarên dijminane yên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bidin.”

Di dawiyê de hat gotin: “Herwiha MSD bang li civata navneteweyî dike ku êrîşên Tirkiyê şermezar bikin û ji bo muhasebekirina wê bixebite, ji ber ku kiryarên wê qanûnên navneteweyî û serdestiya dewletan binpê dike û li ser ewlehî û aştiya navneteweyî xeter e.”