Li Kobanî bo êrîsên Tirkiyê çalaki pêk hat, sedan kes ber bi baregeha Rûsa mesiyan
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanî li hemberî êrîşên Tirkiye çalaki pêk hat û bi sedan kes ber bi baregeha Rûsa ve meşiyan.
Di domayîya meşe de drûşmên li dijî Tirkiye hat gotin.
Piştî meş qediya û gîhaştin baregehê, çalakvan bi rayedarên çekdar re guftûgo kirin. Guftûgo ji çapeniyê re girtî pêk hat.
Piştî axaftinê şandeke 5 kesî, dosyayek radestî berpirsên bingeha serbazî ya Rûsyayê kirin.
Wê şandê diyar kir ku fermandarê polîsên leşkerî yê Rûsya gotiye, hebûna wan ya li wir ji bo pêkanîna aştiyê û parastina sivîlan e.
Roja 23.06.2020an de, di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de ku li ser gundê Helince li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, 3 welatiyên jin canê xwe ji dest dan, ku endamên Kongreya Star bûn û yek ji wan beşdareka berxwedana Kobanî, Zehra Berkel bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin