Mazlûm Kobanî: Em bi tundî armanckirina Balafirxaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve sermezar dikin
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî derbarê êrişa ser Balafirxaneya Silêmaniyê de diyar kir “Em bi tundî armanckirina Balafirxaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin, ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û li ser herêmê jî xwedan aliyekî metirsîdar in.”
Weke tê zanîn, di 7ê Nîsanê de li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek pêk hat û hat îdiakirin ku armanca teqînê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî êrîşa li nêzî Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.
Mazlûm Kobanî di daxuyaniya xwe de êrîşa li Balafirxaneya Silêmaniyê şermezar kir û da zanîn, “Em bi tundî armanckirina Balafirxaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin, ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û li ser herêmê jî xwedan aliyekî metirsîdar in.”
Fermandarê HSDê eşkere kir ku helwesta YNK nerihet kiriye û got, “Helwesta niştimanî ya YNKê ya ji bo piştgiriya birayên xwe yên li Sûriyê, Tirkiye nîgeran kiriye.”
Mazlum Kobanî destnîşan kir, ew ê pêwendiyên xwe bi hevpeymanên xwe yên Silêmaniyê re bidomînin û wiha dibêje “Emê pêwendiyên xwe bi birayên xwe û hevalbendên Silêmaniyê re berdewam bikin, li hember van binpêkirinan em di heman eniyê de ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin