Mazlûm Kobanî: Kampa Holê bombeyek e

18 March 2024 12:58 0 dîtin
Mazlûm Kobanî: Kampa Holê bombeyek e

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî destnîşan kir ku Kampa Holê ya ku DAIŞî û malbatên DAIŞiyan tê de têne girtin bûye weke bombeyek di nav axa Rojavayê Kurdistanê de û got:

“Kampa Holê ji aliyê aborî, siyasî, civakî û ji her aliyî ve barekî giran e. Wek bombeyeke ku xê biteqe. Ev pirsgirêk berdewam dikin. Çareserî ew e ku her kes bê û mirovên xwe ji vê kampê bigirin û bibin.”

Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henanê ragihand ku welatên ku welatiyên wan ên DAIŞî li Kampa Holê hene vê pirsgirêkê piştguh dikin û got:

“Kampa Holê bandoreke neyînî li ewlehiya herêmê  dike. Wekî Misir, Mexrîb, Cezayîr, Lubnan û gellek welatên din qet li welatiyên xwe yên DAIŞî yên li kampê napirsin. Rewşa Kampa Holê pir aloz e. Em hewl didin rewşa xelkê baş bikin, lê belê rewşa ewlehiyê ya herêmê bandoreke rasterast li kampê dike.”

Kampa Holê ku 45 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve ji bo herêmê bûye cihê gefeke metirsîdar.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji ber hebûna DAIŞiyan û jin û zarokên DAIŞiyan, Kampa Holê bûye kampa herî metirsîdar û her wiha ev kamp yek ji mezintirîn pirsgirêkên Rêveberiya Xweser a Rojava ye.

Li gor daneyên herî dawî, zêdetirî 43 hezar DAIŞî û malbatên DAIŞiyan li Kampa Holê dijîn.

Piraniya wan jî Iraqî û Sûriyeyî ne, lê belê di kampê de nêzîkî 6 hezar û 500 jin û zarokên DAIŞiyên biyanî jî dimînin.