Mazlûm Kobanî û Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê serdana Kampa Holê kirin
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî û Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla serdana Kampa Holê ya Hesekê kirin.
Li gor hat ragihandin, di serdanê de her du fermandar bi berpirsên kampê û fermandarên Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê li nav Kampa Holê re civiyan, da ku agahdarî û pêşhateyên herî nû yên di vê çarçoveyê de bibin.
Rêveberê Navenda Ragihandinê ya YPGê Siyamend Elî eşkere kir, şanda Amerîkî û HSDê civîneke girtî ligel Rêveberiya Kampa Holê saz kirine.
Herwiha Elî destnîşan kir, şanda Amerîkî ji bo her du şervanên HSDê ku li nav Kampa Holê şehîd bûbûn, sersaxî li HSDê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin