Mazlûm Kobanî: Em hêrisên li Qeyseriyê yên dijî Sûriyeyiyan sermezar kir
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî bi daxuyaniyekê, di derbarê bûyerên li Sûriyeyê piştî xwepêşandanên li dijî penaberên Sûriyeyî yên li Qeyseriya parêzgeha Tirkiyeyê qewimîn de got: “Em hêrişên li dijî gelê Sûriyeyê yên li bajarê Qeyseriyê şermezar dikin û banga parastina can û rûmeta wan dikin."
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di derbarê bûyerên li bajarên wekî Bab, Cerablûs, Îdlib û Efrînê yên piştî çalakiyên li gelek bajarên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyiyan qewimîn de peyamek weşand.
Kobaniyê di peyama xwe ya bi ser hesabê xwe yê Xê ve belav kir de wiha got:
“Tevgera Suriyeyiyên li herêmên dagirkirî nîşan dide ku em çiqasî ji hev cuda bin jî, rûmeta neteweyî û serxwebûnê, xalên sereke ne ku me dike yek. Em hêrişên li dijî gelê Sûriyeyê yên li Qeyseriya Tirkiyeyê şermezar dikin û banga parastina can û rûmeta wan dikin. Niha em pêşwaziya her welatparêzekî Sûriyeyî ku li ser axa xwe û di nav birayên xwe de maye dikin û destê xwe dirêjî hemû gelê Sûriyeyê dikin ku welat û gelê xwe rizgar bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin