Kremlîn: Wê Pûtîn pistî hilbijartinan serdana Tirkiyê bike

26 February 2024 19:37 0 dîtin
Kremlîn: Wê Pûtîn pistî hilbijartinan serdana Tirkiyê bike
PeyamaKurd – Di demeke hilbijartinên seroktiyê yên Rûsyayê destpê kirine de, Koşka Kremlinê dema serdana Pûtîn a Tirkiyeyê diyar kir. Hate ragihandin ku wê Pûtîn piştî hilbijartinên seroktiyê serdana Tirkiyê bike.

Kremlinê ragihand, dê Pûtîn piştî hilbijartinên serokatiya Rûsyayê ku di navbera 15 û 17ê Adarê de pêk bên, serdana Tirkiyeyê bike û hevdîtinan bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bike.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov eşkere kir, rojeva her du serokan tije ye û nikarin beriya hilbijartinan civînekê li dar bixin.

Hêjayî gotinê ye, dihat çaverêkirin ku Pûtîn 12ê Sibatê serdana Tirkiyê bike lê serdan hatibû paşxistin.