Kremlîn: Amadekariyên serdana Pûtîn a meha sibatê ya Tirkiyeyê tê kirin
PeyamaKurd – Şêwirmendê Siyaseta Derve ya Kremlînê Yuriy Ushakov, Rûsyayê St. Petersburgê derbarê mijarên rojane de daxuyanî da rojnamevanan.
Uşakov li ser pirsa gelo wê di meha sibatê de serdana Pûtîn a Tirkiyeyê bê kirin jî wiha got, "Belê, serdan tê amadekirin." Uşakov agahî parve kir ku di hevdîtina Pûtîn û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de mijara Ukraynayê Wê bibe yek ji mijarên sereke.
Ushakov nûçeyên di çapemeniya rojavayî de ku dibêjin Rûsya ji bo muzakereyên aştiyê yên bi Ukraynayê re amade ye nirxand û got, "Ev ne rast e. Em bersivê didin daxwazên welatên cuda yên ku dibêjin em ji bo vê yekê amade ne. Ji destpêkê ve em ji bo vê yekê amade bûn. Yên ku van danûstandinan rawestandibûn ne ew in, em ji bo vê yekê amade ne, lê tu kes nemaye ku bi me re biaxive, ji ber ku aliyê Ukraynayê ji xwe re danûstandina bi Rûsan re qedexe kiriye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin