Berdevkê Kremlînê: Dîroka serdana Pûtîn a Tirkiyê nediyar e

08 February 2024 22:01 0 dîtin
Berdevkê Kremlînê: Dîroka serdana Pûtîn a Tirkiyê nediyar e

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, derbarê serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku ev demek e di medya Tirkiye û Rûsyayê de tê nîqaşkirin de daxuyanî da.

Peskov di civîna rojnamevanî ya li Moskowê de, li ser mijarê ragihand ku hîn dîroka serdana Pûtîn a bo Tirkiyeyê nehadiye diyarkirin.

Peskov got ku li gorrî proseya hilbijartinên seroktiyê yên Rûsyayê û bernameya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, çawa ku dîroka serdanê diyar bibe, wê Moskow ji Enqerê re ragihîne, lê hîn dîrok nehatiye diyarkirin.

Peskov li ser nûçeyên paşxistina serdana Pûtîn jî got, “Nikarim vê teyît bikim. Ti dîrokek nehadiye diyarkirin.”