Berdevkê Kremlînê: Pûtîn û Erdogan disibine hev!
PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlin a Rusyayê Dmitriy Peskov, di hevpeyvîneka medya rûsî de, got ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dişibine hev û ji ber vê jî heta ji bo pirsgirêken zehmet jî bihevre çareseriyê dibînin.
Peskov diyar kiriye ku Pûtîn dema hevdîtinên xwe hemû arîşeyan bi eşkereyî radixe pêş û çi gotibe soza xwe bilez bicih tîne.
Berdevkê Kremlînê herwiha da zanîn ku hem Pûtîn hem jî Erdogan berpirsiyariyên xwe hildigirin û herdu jî kontrolê di destê xwe de digirin ku bilez biryaran dikarin bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin