Kremlînê pistrast kir: Pûtîn û Erdogan wê di 4ê Çileyê de bicivin!
PeyamaKurd – Koşka Kremlînê derbarê hevdîtina Erdogan û Pûtîn de daxuyaniyek da. Hat diyarkirin, her du serok wê careke din bicivin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Rûsyayê de diyar kir, wê di 4ê Çileyê roja Çarşemê de di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de bi telefonê hevdîtin pêk were.
Berdevk Peskov di daxuyaniya xwe ya derbarê hevdîtinê de li ser pirsa gelo di planên Pûtîn de, sibê bi telefonê bi Erdogan re biaxive heye yan na, wiha bersiv da: "Hevdîtin tê plankirin.”
"Tê pêşbînîkirin ku di van aliyan de enerjî, korîdora genim, Sûriye û Rojava û têkiliyên dualî bên gotûbêjkirin.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî do ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wê sibê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin