Berdevkê Kremlînê: Em ê êdî bi DYA re astiyê biaxivin
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku axaftina bi telefonê ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump de ji bo diyalogê îşareteke xurt e û got ku êdî ew ê li ser aştiyê ne li ser şer biaxivin.
Peskov di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala Rossiya-1 TVyê de derbarê têkiliyên Rûsya û Amerîkayê û çareserkirina krîza Ukraynayê de daxuyanî da.
Peskov, axaftina bi telefonê ya hefteya borî ya Pûtîn û Trump nirxand û got, "Ev îşareteke xurt e ku em ê niha hewl bidin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Êdî em ê ne qala şer, li ser aştiyê bikin."
Peskov bal kişand ku bi rêveberiya berê ya Amerîkayê re diyalog çênebû û destnîşan kir ku ew nêzîkatiya Trump a çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dinirxînin.
Peskov bal kişand ser wê yekê ku hevdîtina rû bi rû ya di navbera Pûtîn û Trump de pêwîstî bi amadekariyeke taybet heye, Peskov destnîşan kir ku Trump kengî bixwaze dikare were Rûsyayê.
Peskov bi bîr xist ku beriya şer bi peymanên Mînskê hewl dan pirsgirêka Ukraynayê çareser bikin û got, "Eger ev peyman bihata bicihanîn, wê Ukrayna bibûya yek."
Peskov diyar kir ku Rojava Rûsyayê dixapîne û destnîşan kir ku ew ê ezmûna ku li ser peymanên di têkiliyên bi Rojava re bi dest xistine li ber çavan bigirin û Kîev serbixwe tevnagere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin