Ramazan Kadîrov û Berdevkê Kremlînê bi hev ketin!
PeyamaKurd – Di demeke ku êrîşa Rûsyayê ya ji 24ê Sibatê ve li ser Ukraynayê berdewam dike, du kesên herî nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hev ketin û li ser medyayê hevdu rexne û tawanbar dikin.
Li gorî nûçeyên belav bûne, Serokê Çeçenîstanê Ramazan Kadîrov ku payeya generalîyê ji Pûtîn wergirtiye û leşkerên girêdayî wî li Ukraynayê di şer de ne, rexneyên tund li Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov digire.
Kadîrov herî dawî li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye û gotiye, ji lehengan re leheng nayê gotin, ji generalan re general nayê gotin, lê ji mişkên revok re welatparêz dibêjin.
Herwiha Kadîrov daxuyaniyên Peskov rexne kirine û gotiye, “Pirsgirêka Peskov bi wan mijarên dernaxe pêş re heye. Divê em di vê mijarê de tiştekî bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin