Dema berdevkê partiya DEMê derketin ser kursî, Devlet Bahçeli terka salonê kir
PeyamaKurd – Di wexta hevdîtinên budça Tirkiyê di meclisê de dihatin kirin, dema berdevkê partiya DEMê derketin ser kursî da biaxifin, serokê MHPê Devlet Bahçeli terka salona meclisê kir. Bahçeli ji bo rojnamevanan weha got:
“Ez ê CHPê jî neşopînim. Wê hevalên min jî neşopînin. Ez îro ew tiştê divê Dadgeha Destûrê bike ez dikim.”
Li ser êrîşa PKKê ya li Herêma Kurdistanê li Xakurkê ku êrîş biribû ser leşkerên Tirkiyê û 12 leşker can dabûn, di mewclisa Tirkiyê de belavoka hevpar belav kiribûn. DEM belavokê îmze nekir û CHP ê belavoka xwe cuda belav kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin