Kremlîn: Nûçeyên li ser serdana Pûtîn a Tirkiyeyê nerast in!
PeyamaKurd – Li ser nûçeyên beriya hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê ku tê îdiakirin, wê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serdana Enqereyê bike û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive, ji Rûsyayê daxuyanî hat dayîn.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser îdiayên serdana Pûtîn a bo Tirkiyeyê got ku ew nûçe nerast in.
Piştî pêwendiya telefonî ya 25ê Adarê ya navbera Erdogan û Pûtîn de, di medya Rûsî û Tirkî de hatibû îdiakirin ku wê Pûtîn û Erdogan di demeke nêzîk de rûbirû hevdîtinê bikin û wê Pûtîn herwiha serdana herêma erdhejê jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin